
Kurdistanmedia: Xwenîşandanên li Îranê, bûne sernûçeyên cîhanê û helwêst û dijkiryara welatan di pey xwe de anî.
Piştî evê ku xwenîşandanan pirani ya bajar û deverên Îranê girtin, û rejîma Îslamî jî, gelek hovane kevte tepeseriyê û sedan kes ji xwenîşanderan şehîd û birinda bûn, welat û saziyên cîhanî hatine ziman û helwêst girtin.
Amerîka li asta Koşka Sipî û Wezareta Derve û berdevkê serkomarî û serokê girûpa amerîka bo karûbarê Îranê, bi awayekî eşkere piştgêriya xwe ji xwenîşandana xelkê Îranê da xûyakirin, û tepeserkariya rejîmê şermezar kir.
Firanse li asta serkomar û Wezareta Derve, daxaz ji rejîma Îranê kir ku canê xwenîşanderan biparêze û wan tepeser neke, û Firansayê nîgeraniya xwe da xûya kirin û ji hevwelatiyê xwe xwast neçine Îranê.
Almaniya jî, di asta serokatiya bilind û Wezareta Derve ya xwe de, kuştin û tepeseriya xwenîşanderan ji aliyê rejîma Îslamî ve şermizar kir, û daxwaz ji rejîmê kir ku, dawiyê bi tepeserî, desteserî û kuştinê bîne, û Alman ev xwenîşandana xelkê Îranê berheq zanî.