Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helwesta deshilatdarên Amerîka li ser rejîma Îranê

13:11 - 21 Gulan 2020

Roja 20 Gulanê, Birayan hug nûnerê Wezareta derve y Amerîka bo karûbarê Îranê got: Dorpêçên me rejîma Îranê tev herifandiye, û rêbern rejîma Îranê di navbera danûstandina di gel Tiramp û herifîna xwe de divê yêkê hilbijêrin.

Birayan Hug got: dorpêçên Amerîk bo ser rejîma Îranê gelek bandor hebûye û ewa pitir ji 3 Salane em bi rêka dorpêçan û dîplomasiyê hemberî Îranê bûne daku bikarin di gel vê rejîmê serederiyê bikin, û dorpêça Abûriya Îranê hiloşandiye, lewma rêberên Îranê yan dibe di gel Tiramp danûstandinê bikin, yan dibe benda herifîna bi temamiye xwe bin.

Herwisa Maîk Pompîo Wezîrê derwe yê Amerîka li derheq givaşên zêdetire bo ser Îranê ragihand: Givaşên me bo ser rejîma îranê vê peyamê dide deshilatdarên Îranê ku divê desta ji şiltaxiyan bikişîne, mafê mirove xelkê Îranê binpê neke, hurmetê ji kerameta xelkê bigre, tevdaniyê di deverê de neke.

Pompîo li derbarê dorpêça nû ya Amerîka bo ser hejmarek ji deshilatdarên rejîma Îranê û yêk ji wan Fezlî wezîrê Navxweye rejîmê got: em serbilindin ku berevaniyê ji mafê xelkekê dikin ku bo bidestve anîna azadiyê li hember rejîmekê de rawestane ku bi avayê herî hovane bi fermana deshilatdarên vê rejîmê ve têne kuştin, Fezlî yêk ji wan biryarderane ku bi fermana wî di payîza derbas bûyî de, Sedan xwenîşander hatne kuştin.