
Endeamekî payebilind yê girûpa terorîstî a Hemasê gotiye “Qasim Silêmanî” 22 milyon Dolar daye wê girûpê û bi awayekî çewt pesna Silêmaniyê terorîst kiriye.
Wezîrê Derve yê Berê û Endamê Payebilind ê rêberiya girûpa terorîstî ya Hemasê, “Mehmûd El-Zehar” roja Yekşemî 7ê Befranbarê di civînekê de digel televîziyona Erebî ya bi navê “El-Alem” a ser bin rejîma Îranê gotiye: “Sala 2006an di dîdara me digel Qasim Silêmanî li bajarê Tehranê, me basa hebûna astengî û arîşeyên xwe û nebûna xizmetguzariyên Xezeyê bo “Qasim Silêmanî” kir û wî bi zûtirîn dem bersiva me da û roja din ku roja dawiya serdana me bû 22 miliyon Dolar di çemedanekê li balafirxaneya Tehranê bo me danîbû”.
Herwisa di vê derheqê de “Sekreterê Giştî” ê Hizbullaha Lubnanê di 7ê Befranbarê de basa şêwaza piştîvaniya “Qasim Silêmanî” li Hemas û Filistînê dike û gotiye: “Qasim Silêmanî bo piştevî ji girûpên Filistînî li hemû hêleke sor derbas dibû û bû gihandina mûşekên “Cornet” bo Filistînê roleke sereke hebû”.
Eva jî di halekê de ye ku rewşa aboriya Îranê ber bi kavilkariyê ve diçe û xelkê Îranê di krîza aboriyê de dijîn, lê rejîma Îran çedîn û çend sal e li ser qahîmkirina girûpên terorîstî di deverê de û dabînkirina wan bi hemû şewazekê berdewam e.
Rejîm bi cihê ku wê pareyê terxanê xelkê Îranê bike, hertim di hewla şandina şoreşa Îslamî bo derveyê welat de ye û tev dahata Îranê terxana girûpên terorîstî dike.