Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemas û Hizbulah mohreyên komara Îslamî û Ayetûlan di Rojhilata Navîn de

18:23 - 1 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Cihgêrê serkomarê Amerîkayê di gotarekê de diyar kir ku, Hemas û Hizbulaha Lubnan, mohreyên komara Îslamî û Ayetûlan di Rojhilata Navîn de.

Roja Înê 9`ê Sermawezê, “Mike Pence” cihgêrê serkomarê Amerîkayê, di civîna  şêvra hevwelatiyên Îsra`îlê  yên ku di bajarê “Florida” de dimînin,  bi awayekî tund piştevaniyên  rejîma Îranê yên derheq girûpên terorîstî yên di Rojhilata Navîn de, rexne kir û diyar jî kir ku, Hemas û Hizbulaha Lubnan, mohreyên rejîma Îslamî ya Îran û Ayetûlan di herêmê de.

 “Mike Pence”  tevî îşarekirina bi hewlên terorîstî  yên rejîma Îslamî a Îranê, ji aliyê  saziyan di Rojhilata Navîn de, û  got jî: “Em di seranserê cîhanê de  terorîzmê nasdikin, li Hemasê heya Hizbûlahê, lê eva ku eyane ev girûpane ji aliyê Îranê ve bo herêmê hatine şandin, û ev mohreyên rejîma Îran û Ayetûlan ku, bo xwînrêjî û çêkirina aloziyan di herême de, bi qasî 16 miliyar Dolarî xercê van hatiye kirin.

Cihgêrê serkomarê Amerîkayê  di berdewamiya axavtina xwe de derheq, êrîşên girûpa Hemas yên bo ser deverên Îsra`îlê de got, Îranê pişt van êrîşan e,  û dibe ev êrîşên mûşekî yên lidjî Îsra`îlê bên sekinandin, û herwisa di demeke kurt de jî, dibe dawî pê bê.

Navbirî di dawiya axavtina xwe de, derheq piştevaniyên Amerîkayê yên derheq Îsra`îlê de pêdagîrî jî kir ku, serkomar “Donald Trump” di serdana xwe ya bo welatê Erebistana Si`ûdî de îşare bi vê yekê kiriye ku, du pêvajoyên terorîzmê gefin  lidjî Rojhilata Navîn, ku yek ji van Îslamiyên tundrew in û ya duyem jî rejîma Îslamî a Îranê ye.