Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemî rojê çen Lawekî Kurd ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve têne kuştin

12:37 - 29 Gulan 2020

Du Kolberên Kurd li nêzîk sinûrê Xoyê ji aliyê hêzên çekdar Îranê ve kevtne ber desrêjiya gullan û hatne kuştin.

Roja Pêncşemiyê 28 ê Gulana 2020 an, hejmarek ji Kolberên Kurd di nêzîk gundê “Kerkûşî” di herêma Elendê di para Sefayîye ya bajarê Xoyê kevtne ber desrêja raste rast ya hêzên Intizamî yên hikumetê ku di encamê de 2 Kolberan bi navên Muhsin Derwîşzade û Îbrahîm curdîzec, canê xwe ji dest dan.

Kolberên Kurd di mewdayekî gelek kên de, û bi bê haydariya pêşde, kevtne ber desrêjiya gulan.

Ew du Kolberên hatinî kuştin, yêk jiwan gulle ustiyê wî girtibû, yêdinê jî gulle serê wî girtibû.

Her di hemen rojê de, Lawekî Kurd bi navê Hadî Gulabî temen 41 salî ku xwediyê 2 zarokane, xelkê bajarê seqizê, li ser rêka bajarê Brûcêrdê, di nava Maşîna xwe de kevte ber desrêjiya gullên hêzên Intizamiye Îranê û hate kuştin.

Her di derheq kuştina bêrehmaneye Kurdan, di 24 ê meha Gulanê çend Kolberên Kurd li devera Somayê jî kevtne ber Gullên hêzên hikumetê û di encamê de Erselan Ehmedî ku Babê 2 zarokan bû canê xwe ji dest da, Redvan û Tûran Ehmedî, û rojekê piştî hingê jî, Fiyad Ehmedî ku her çwar Kolber xelkê gundê Kuranê birîndar bûn.