Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Hemîd Nûrî” bi girtîgeha heta hetay hat cezadan

19:29 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Pêncşemî 23`ê Pûşperê, dadgeha welatê Swêdê girtîgeha heta hetayî bo “Hemîd Nûrî” birî.

Hemîd Nûrî bi beşdarîkirin di cezayê bidarvekirina sedan girtiyên siyasî yên Îranê yên li sala 1367`an ên ku bi destûra Xomeynî hatibûn birêveçûn tawanber e, niha li welatê "Swêd"ê binçavkiriye.

  Hêjayê baskirinê ye ku, di kombûnên dadgehîkirina wî de dehan kesan li dijî wî şahidî dane.

Di cenayetên bidarvekirina girtiyên siyasî yên sala 1367`an de “Îbrahîm Re`îsî, Mistefa Pûrmihemedî, Murteza Eşrefî û Husênelî Nîrî”, rola sereke hebûne.

Hêjayê behskirinê ye ku, ev yekem car e piştî derbasbûna sê dehkan li ser bidarvekirina girtiyên siyasî yên sala 1367`an de, yek ji sûçdarên wê dosyeyê tê cezakirin.

Her di vê derheqê de, roja Sêşemî 12 Tîrmehê Cihgirê Dezgeha Dad û Serokê Navenda Mafê Mirovî ya rejîma Îranê “Kazim Xerîbabadî” di nameyekî de ji Komîsarê Mafê Mirovî ya Saziya NY “‎Michelle Bashel‎" daxwaz kiriye ku, cinayetkarê rejîma Îranê "Hemîd Nûrî" azad bikin û tev xisarên madî û me`newî yên gihîştinî wî jî qerebû bikin.