Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyeke Kurd hat girtin

14:11 - 22 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyeke Kurd xelkê bajarê Dîwandere paş lêgerîna mala wî ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve, navbirî hat girtin.


Kempêyîna berewanî ji girtiyên siyasî û sivîl bilav kir, roja Pênçşemî 19\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, îdareya Îtilat a rejîma Îslamî ya Îranê, Enwer Qureyîşî xelkê bajarê Dîwandere û temen 48 salî bi sedemekî nediyar destbiserkirin.
Li gor çavkaniya han, hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê serbarî lêgerîna mala Enwer Qureyîşî, navbirî bi lêdan û kutan destbiserkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.
Heya bilavbûna nûçeya han tû agahiyek ji çarenivîs û cihê ragirtina hemwelatiyê han ji ber dest nine.
Li gor amara malpera Kurdistanmedia, di meha Sermaweza 1392\'a Rojî de, 7 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.