Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyeke Kurd li Urmiyê canê xwe ji dest da

15:06 - 18 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Kedkarekî Kurdî bi navê Daryûş Mistefazade xelkê bajarê Urmiyê seba ketin ji avahiyekî 7 qatî di cihê asansorê de, canê xwe ji dest da.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Sêşemî 15’ê Nîsan a 2014’an, hemwelatiyekî Kurd bi navê Daryûş Mistefazade temen 26 salî û kurê Hwzilla xelkê gundê “Kaspê”a ser bi devera Enzel a bajarê Urmiyê li avahiyekî 7 qatî di cihê asansorê de kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Hemwelatiyekî şahîdê bûyerê bi peyamnêrê “Kurdistanmedia” ragihand: Daryûş ku xwediyê jin û zarokekî 3 salî bûye, seba bijîva jiyan xwe li avahiyeke 7qatî de ku teze li şehreka Danişgah avahiyan çê dikin mijûlê kar bûye ku xwastiye derkewe xwarina nîvero bixot, li bindahiyê dikewe xwarê û her di cih de canê xwe ji dest dide.

Hemwelatiyê han ewa ji got: Daryûş Mistefazade seba nasitandarî û nebûna îmkanatên kar, canê xwe ji dest da.