Li heyama 4 dehik ji deshelatdariya karbidestên rejîma Îranê de heqdestê diyarîkirî bo kedkaran li sala 1400an de gihîştiye kêmtirîn ast.
Pêka biriyarnameya Wezareta Kar, heqdesatê ku bo kedkaran di sala 1400an de hatiye diyarîkirin 2 miliyon û 652 hezar Tumen e.
Ew rêjeya ku hatiye diyarîkirin pêka salên derbasûyî %39 zêde bûye, lê bi liberçavgirtina heqdestê kedkaran di 41 salên derbasbûyî de û beravirdkirina wê digel sikeyek zêr û beravirdkirin digel heqdestê kedkarên welatên biyanî derxerê vê yekê ye ku heqdestê kedkaran di Xakelêweya sala 1399an de kêm kiriye û pêka sala 1358an gihîştiye kêmtirîn ast.
Beravirdkirina heqdestê kedkaran digel nirxa yek sike zêr derxerê vê yekê ye ku şiyana kirîna kedkaran di 41 salên derbasbûyî de bilindî û nizimiyek zêde dîtiye, lê di niha de gihîştiye nizimtirîn ast li 40 salên derbasbûyî û pêka sala 1358an yek li ser pêncê kêm kiriye.
Di Îranê de kedkar kêmtirîn heqdest bi wan re tê dan û pêka pêdvî jî hêsankarî bo wan nayê kirin û bi dijwarî dikarin bijîva jiyana xwe bi dest bixin û piraniya kedkaran di bin hêla hejariyê de dijîn.