
Kurdistanmedia: Endamekî Ljneya Birêveberî a Navenda Kar, di nîqaşkirinekê de bas ji rewşa aloz û xirab ya jiyana kedkaran di Îranê de kir û got: Kedkar nikarin goşt bikirin û heqdestê wan jî tenê têra 10 rojan dike.
Elî Eslanî endamê Ljneya Birêveberiya Navenda Kar, di gotûbêja di gel Nûçegihaniya “ÎSNA” a girîdayî rejîmê ragehand: Rewşa jiyana kedkaran gellek xirab û neguncave, û herwisa rewşa kedkaran baş nîne bi awayekî ku dikarim bêjim ku ji 90% kedkar nikarin goşt bikirin, çimkû heqdestê wan ew hinde nîne da ku bikarin goşt bikirin.
Navbirî got: Bi sedema rewşa niha ya me, navbera hêla hejarî û bilinbûna nirxan gihîştiye 53%, û di rewşeke wiha de di heyama mehekê de, heqdestê kedkarekî, tenê têra 10 rojan dike.
Herwisa “Eslanî” behsa nêzîkbûna Newroz û sala nû kir û got: Ji ber nêzîkbûna sala nû, givaş bo ser wê qada kêm dahat zêde jî dibe, û arîşeyên wan jî du qad zêdetir dibin, dema ku rewş wiha ye, zêdekirina ji 20% heqdesta, ku di sala 1398`an de hatiye diyarîkirin nikare qerebûya wê navberê bike.
Herwisa wî endamê Ljneya Birêveberiya Navenda Kar daye xuyakirin: Hûn wisa hesab bikin ku kedkarek di mala xwe de nesaxeke taybet heye, û dermanên wan dest nakevin, yan jî bi nirxeke zêde di bazara azad de bikire, ew kedkara dibe çi bike? Yan jî her di beşa dermanan de, hebûna 79 core derman ku bo kedkaran hewceye, ji aliyê bîmeyê ve jî piştîvanî nayêkirin, û neçare li bazara azad e bikire.