Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heqdestê kedkarên Bajarvaniya Rewanserê bi wan re nehatiye dan

12:48 - 28 Nîsan 2021

Çendîn meh in ku kedkarên Bajarvaniya “Rewanser”ê heqdestê xwe wernegirtine û nerizayetiya xwe di vê derheqê de nîşan dane.

Çar meh in ku kedkarên Bajarvaniya “Rewanser”ê, heqdestê xwe wernegirtine û heta niha çendîn caran daxwaz ji bajarvaniyê kirine ku heqdestên wan bidin, lê ti bersivek nedane wan.

Wan kedkaran ti dahateke din tinîne û dibêjin, ku bi zehmetî û dijwariyan dikarin hewcehiyên jiyana xwe dabîn bikin.

Herwisa gotine, bi sedema pirsgirêka nebûna pere, beşek ji malbatên wan ber bi jinavçûnê ve diçin.