
Piştî midehekê kêm bûna hejmara kesên ku bi sedema Vîrûsa Koronayê di Îranê de canê xwe ji dest didan ku heya rojane daketibû bo 30 yan 40 kesan, di wan rojanede carekî din hejmara can ji dest dana bi sedema Koronayê, çend qat zêdetir bûye, bi curekê ku gorî amarên ku xudî rejîm belav dike ku bê guman rast jî ninin, rojane 250 heya 350 kesî dimrin.
Di 24 demjimêrên derbas bûyî de 256 kesan canê xwe ji dest dane û bi wî cureyî gorî amarên neserraste rejîmê, heya niha pitir ji 30 hezar kesî canê xwe ji dest dane.
Heya niha 29 hezar û 605 kesan canê xwe ji dest dane
Heya niha 517 hezar û 835 kes tûş bûne
Aliyê kên di heyamê 24 demjimêran de, pitir ji 6 hezar kesî Vîrûsa Korona yê dikevin
Bi dehan hezar kesî a niha di nexweşxanan de, bin çavedêriya dijvar dane
Amarên ku rejîm belav dike durin ji rastiyan, di wê derheqê de navenda jêvekolîna meclisa rejîmê ragihand ku egera hindê heye ku hejmara kesên ku canê xwe ji dest didin, 2 caran hindî wê amarê be ku wezareta tendirustiyê radigihîne û amara kesên ku tuşî koronayê dibin, 8 heya 10 caran hindî wê amarê be ku wezareta tendirustiyê radigihîne.
Bi gotina berdevka wezareta tendirustiya rejîmê, nêzîk bi hemî Îranê di rewşa sor û cihê tirsê ye koronayê daye.
Sedem çiye ku careke dinê hejmara qurbaniyan zêde bûye?
Bê îmkanatî û nebûna hewcehî û xizmetguzariyên tendirustî
Nebuna cihê betal di Nexweşxanan de
Nebûn û destnekevtina Dermanên hewce
Nebûna hewcehiyên xwe parastinê weke mask û lepikan ber destê xelkê
Xemsariya rejîmê di hember canê xelkê
Qedexe nekirina rêwûresmên Olî, serxweşî û dawetan
Wekirina Qutabxanan
Dest tengî û belengaziya xelkê ku neçarin bo peyda kirina nanê xwe derkevin
Xwarinên xirab û ne tendirust