Cihgirê Wezîrê Kar û xweşbijîviya rejîma Îranê, “Husênelî Re`iyetî” daye zanîn, ku her salê zêdetir ji 13 hezar bûyerên kar di Îranê de diqewimin.
Roja Dûşemî 15ê Çiriya Paşîn, Cihgirê Wezîrê Kar û Xweşbijîviya rejîma Îranê, “Husênelî Re`iyetî” gotiye: “Her salê zêdetir ji 13 hezar bûyerên kar di Îranê de diqewimin ku li nevbera 700 heta 800 kes di wan bûyeran de canê xwe ji dest didin”.
Herwisa navbirî daye zanîn ku çavedêrî li ser ewlehiya canî ya kedkaran li kompaniyan de li stuyê xwediyê kompaniyan e û divê hemû alavên xweparastina wan bêne kontrolkirin; lê navbirî ti basek ji nebûna alavên xweparastin û birêveneçûna yasayên kar ji aliyê xwediyên kar û kedkaran ve nake ku sedema bingehîn a tevahiya canjidestdanan di bûyerên kar de ne.
Navbirî ku serdana kargeha “Furûaliyaj” a bajarê “Ezna”yê kiribû daye zanîn ku ewlehiya kar di wê kompaniyayê de bi rê ve naçe.
Alavîn hewce wekî lepik, kincên taybet, mask û çendîn alavên din ku hewcehiya parastina canê kedkaran in bi piranî ji aliyê kedkaran ve têne dabînkirin û xwediyên kompaniya û bi taybet kargehên pîşeyî bi seqetî û bi kêmî dabîn dikin û ti girîngiyekê bi canê kedkaran nadin û gelek caran jî wan bîme nakin.