
Pêka amarên rejîma Îranê, di her salekê de zêdetir ji 30 hezar zarok ku temenê wan di bin 14 saliyê de ye dizevicin û berpirsên rejîma Îranê ragihandine ku zarokên temen 15 û 16 salî dikarin bizevicin û ti pirsgirêkek nîne.
Cihgira “Karûbarê Jinan û Malbatan” ya Serkomarê rejîma Îranê, “Meisûme Ibtikar” daye zanîn, ku di welatê Îranê de her salê zêdetir ji 30 hezar zarok ku temenê wan jêr 14 salan e dizevicin ku dibe em di hember wê diyardeyê de rawestin, lê wê berpirsa rejîma Îranê tekezî kir ku zevaca kiçan di temenê 15 û 16 saliyê de ti pirsgirêkek tinîne.
Pêka yasayên navnetewî ku rejîma Îranê jî yek ji wajokerê wê yasayê ye, zevaca zarokan wekî tawan tê dîtin û kesên ku temenê wan zêdetir ji 18 salan nebe, wekî zarok têne nasîn, bi wî awayî rejîma Îranê rêxweşkerê binpêkirina yasayên navnetewî ye.
Di Îranê de hejmarek ji keçên ku temenê wan jêr 14 salî ye di hember pere de bi kesên bi temen re dizevicînin.
Meclîsa rejîma Îranê di sala derbasbûyê de zevaca keçan di temenê 13 salî û ya kuran di temenê 15 saliyê de erê kiribû.