Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herêma Kurdistanê qaçaxkirina vaksena Koronayê bo Îranê çewtekarî bi direw daye zanîn

18:36 - 22 Nîsan 2021

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê, dengoya qaçaxkirina vaksena Koronayê bo Îranê red kir.

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê li daxuyaniyekê de, dengoya qaçaxkirina vaksena Koronayê bo Îranê red kir.

Li wê daxuyaniyê de hatiye: “Girte vîdiyoyek li nav torên civakî de hatiye belavkirin ku, li wê fîlmê de sindoqa vaksena “Pfizer” bo yek ji welatên cîran tê qaçaxkirin. Ew girtefîlme sexte ye û ti girêdayiyek bi Herêma Kurdistanê ve nîne û bisporên Wezareta Tenduristî yên Herêma Kurdistanê bi amadebûna nûnerê kompaniya “Pfizer” lêkolîn li wê derheqê de kirine û derketiye ku ew dengo çewtekarî ye.

Rejîma Îranê kirîna vaksenê bo Îranê qedexe kiribû, lê biryar e ku beşa taybet vaksenan bikire û bifroşe xelkê.