Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herêmên Soma û Biradost bi temamî hatne qerentînekirin

12:59 - 31 Adar 2020

Gorî biryara xelkê Herêmên Soma û Biradostan, ji ber parastina tendirustiya xelkê wan Nawçane, Rêyên sereke ji aliyê xelkê ve hatine girêdanê.

Rêka Memekan bo Selmasê ku kite Rêka Nawça Somayê ye bo Selmasê, ji aliyê xelkê ve hate girtin û îzn bi kesê xeyrî xelkê Somayê nayête danê ku biçne Somayê.

Herwisa Rêka Biradost bo Bajarê Urmiyê hate girêdanê û bi temamî hatûçuna bo wê Nawçê hate ragirtin.

Hinek cihên geştiyarî ku di Herêmên Soma û Biradosta hene, Rêkên wan cihan hatine girtin û xelkê Nawçê îznê nadne kesê ku bi hêceta geştyarî û seyranê serdana wan cihane bikin.

Hemî Salê di dema Rojên te`etîliyê de bi taybetî Newroz û Sêzdebider û Rojên Înê, Ser Bendava Keynêsî, Çemê Zerik, Gelyê Dêrê, Gelyê Sûlê, dehan hezar kes bo seyranê kom dibûn, lê Îsal li ber hebûna Korona yê nîgeranî heye û her lewmaye ku ev Herêmane ji alyê xelkê wanderan xwe we hatine qerentîne kirin û hemî Rêkên hatûçunê girtine, heta ku kes Sibê bi hêceta Sêzdebiderê nekarin biçne liwê