
Kurdistanmedia: Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê ragehand ku di êrîşa herî dawî ya Îsraîlê li dijî binkeyên Spaha Pasdaran çendîn kes hatin kuştin.
Îsraîl berdewam daxwazê ji rejîma Îranê dike ku dibe bilez xaka Sûriyê bi cih bihêle, lê rejîma Îranê di çarçoveya destêwerdana di nava karûbarên Sûriyê, û bi armanca derbelêdana li Îsraîlê bi riya girûpên terorîstî her li wir dimîne. Lewra Îsraîl jî carna êrîşên giran dike ser binkeyên Hizbullah û Spaha Pasdaran di nav xaka Sûriyê de.
Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê ragehandiye ku heta niha aliyê kêm 21 kes di êrîşa duh de hatine kuştin, ku di nava wan de 12 endamên Spaha Pasdaran hene. Îsraîlê herweha sîstemeke dijîmûşekî ya nû bi navê “Xitis Şalûş” ceribandiye. Netanyaho ragehand ku ewên bixwazin Îsraîlê ji nav bibin, wê rastî mistên amade ên me bin.
Li gora raporan Îsraîlê çendîn êrîşên bejahî û esmanî bi alîkariya wan balafiran şer û mûşekên bejahî bo bejahî encam daye, û bo heya ma 60 deqeyan armancên leşkerî di Demişqê de bombebaran kiriye.
Îsraîlê pêştir bas ji êrîşên xwe li dijî binkeyên rejîma Îranê nedikir, lê niha heyamek e ku bixwe bas ji wan êrîşan dike.