Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herifîna dîwarê goristana bajarê Sinê, gelek xisar gihande xelkê

11:20 - 4 Kanûna pêşîn 2020

Bi sedema bêkifayetî û gendeliya rejîmê, dîwarê goristana Biheşta Mihemedî li bajarê Sine yê, herifî û gelek xisar gihande xelkê.

Roja Pêncşemiyê 3ê Kanûna pêşîn a 2020an, şûre û dîwarê goristana Biheşta Mihemedî herifî û dehan Maşînên welatiyên wî bajarî kevtne binde û xisar jê girtin.

Deshilatdarên rejîmê di Sine yê de, ragihandine ku bi sedema barîna Berf û Baranê û nemijîna erdê, ew dîwar herifiye.

Lê gorî zaniyariyan û gotina xelkê, ew dîwar bi sedema gendelî û dizî û erdxwariya berpirsên rejîmê û pirojên nezanane û dûr ji zanistiye Şaredariyê bûye.

Şaredariyê bê ewê ku fikrê di encamê biket, bi hêceta berfireh kirina rê, devra dîwar hemî axa wê rakiribû, ku pişta dîwar jî betal bû, bê guman dê biherife.

Herwisa Şaredarî bi armanca firotina erdê devrûberê goristanê, hemî dagîr kiriye û rast dike, ewajî bûye sedem ku bûyerekî wiha jê bikeve.

Birêveberê goristana Biheşta Mihemedî jî ev yêke piştrast kir ku sedemê herifîna wî dîwarî, berfireh kirina riya Mihemedî ji aliyê rejîmê ve bûye ku bibû sedemê sist bûna binê dîwar ku di encamê de herîfî û gelek xisar bi dû xwe de anî.