Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herifîna erdê gefeke micide li ser deverên cuda yên Îranê

12:13 - 31 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Herifîna erd di welatê Îranê de bûye gefeke micide li ser deverên cuda yên Îranê û herwisa gefê ji xelkê wî welatî jî dixwe.

Roja Çarşemî 8`ê Xezelwerê, berpirsê Saziya Kartografî ya Îranê, Mes`ûd Şefî`î, tevî hişdarî dan li ser rewşa aloz a deverên gef li ser got: Ew herifîna erdê, girêdayî bi guherînên asta avên bin erd e, herwisa ragihand erdê welatê me rastî mirinekî pêngav bi bêngav hatiye ji ber ku ji destdana avê, xweragiriya axê jî, ji nav dibe.

Herwisa, Cihgirê Saziya Kartografî Îranê, Yehya Cemûr jî gotiye: Bi vala kirina yekcarî ya çavkaniyên jêr erdê, ev ji nav diçin û êdî av di wan de kom nabe û avên ser erdê nikarin wan pir bikin, hekî rewş herwisa be, piraniya deştên werzêrî dê ji nav herin.

Bi gotina karnasan, serekîtirîn hegera herifîna erdê, bikaranîna nezanistî ji avên bin erdê ye. Herifîna erd di welatê Îranê de bûye gefeke micid ku wekî erdheja mat tê naskirin, ku ew jî rojbiroj zêdetir dibe û gefê ji avahî, rê û erdên werzêriyê dixwe.