Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesaba Instagramê ya “Ehmed Elem El-hûda” hate daxistin

11:15 - 10 Hezîran 2021

Malpera “Ehmed Elem El-hûda”, pêşnimêjê bajarê Meşhedê û Nûnerê Meclîsa Xobrêgan belav kiriye, ku hesaba navbirî ji aliyê tora Instagramê ve hatiye daxistin.

Instagramê rûpela “Elem El-hûda” bi sedema binpêkirina yasayên vê torê dayxistiye.

Çend roj berî niha dîsan Instagramê çend postên “Elem El-hûda” li ser rûpela wî reş kiribû.

Li Befranbara sala 1398`an a Rojî, Instagramê cardin rûpela “Elem El-hûda”, bi sedema vê ku çend gotarek derheq Qasim Silêmaniyê terorîst belav kiribû, dayxistibû.

“Elem El-hûda” yek ji wan axûndan e ku bi hebûna dîtingeheke tund û berteng tê nasîn û yek ji rexnegirê tund ê azadiya înternet û torên civakî ye.

Heta niha kompaniya tora civakî ya Facebookê çendîn caran rûpelên karbidest û TVyên ser bi rejîma Îranê dayxistiye.

Li 7`ê Xakelêweya 1400`an, Facebookê rûpela kanala “PRESS TV” a rejîma Îranê jî, bi yekcarî dayxist.