Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Axynd: “Em heta avakirina dewleta Îslamî divê di efxanistanê de şer bikin”

18:06 - 28 Çirriya paşîn 2021

Serokwezîrê dewleta demkî yê Talibanê “Hesen Axund” di yekemîn daxuyaniya xwe de daxweaz ji xelkê Efxanistanê kir ku ji desthilatdariya wê girûpê nezarî nebin nekû Xwedê dê ji wan nerazî bibe!

Mela Hesen Axund li 26ê Çiriya Paşîn di daxuyanuiyekê de ku li “televîzyona netewî”ya Efxanistanê belav bibû gotiye: “Niha dagîrkarî bi dawî hatiye û hikûmet û dewleta Îslamî hatiye ser kar, lê heta dema ku dewleta Îslamî bê avakirinê, divê em şer bikin”.

Herwisa navbirî ji welatên Rojavayî bi taybet Amerîkayê daxwaz kiriye ku tedaxul di karûbarên hundirî ên wî welatî de nekin û îdia kiriye ku wê girûpê tedaxul di karûbarên hundêr ên ti welatek nekiriye û alxayîniyê jî dide ku tedaxulê li karûbarê ti welatek nakin.

Herwisa Mela “Hesen Axund” îdia kiriye ku beşdariya xelkê di hikûmeta Talibanê de gelek zêdetir ji dewleta berê, çîn û qatên civakê li xwe girtiye û îdia kiriye ku hikûmeta Talibanê mafê bingehîn ên jinan wekî “Keramet, şan û ewlehî” bo wan dabîn kiriye!

Herwisa navbirî gotiye: “Taliban di ceribandinek mezin de ye ku ew “neimeta Xwedê” anku desthilatdarî li Efxanistanê bi dest xistine lewma bo razîbûna Xwedê ji wan, nabe xwe ji ti hewlekê biparêzin û xelkê Efxanisatnê hevkariya wan bikin heta pêgeha dewleta Îslamî di wî welatî de qahîm bibe”!