Siyasetmedarê Îraqî, “Hesen Elewî”, li derheq êrîşa li ser Herêma Kurdistanê, nivîsek belav kiriye ku di wê nivîsê de bi tundî ew êrîş şermezar kiriye û ew wekî êrîş li ser civanî û pakiyê binav kiriye.
Roja Çarşemî 17ê Şibatê, siyasetmedarê Îraqê “Hesen Elewî”, li derheq êrîşa mûşekî li ser bajarê Hewlêr û balafirxaneya Navnetewî ya vî bajarî, nivîsek belav kiriye û gotiye: “Ez bi tundî êrîşa mûşekî ya li ser civantirîn paytexta Îraqê şermezar dikim, ma em ketine qonaxekê de ku dibine dujminê civaniyan û pakiyan? Ma hûn dixwazin Hewlêr jî wekî “Bexda”yê kavil bibe?
Herwisa navbirî got: “Lêdana bi mûşekan, lêdana şaristaniyetê ye û kavilkirina wê, dibe niha rewşenbîr, rojnamevan û siyasetvanên Îraqê bona şermezarkirina lêdana Hewlêrê, xwenîşandanan lidar bixin”.
Herwisa “Hesen Elewî” rû bi Îraqê gotiye: “Ma Hewlêrê çi li ve kiriye ku hûn lêdin? Çi ji ve biriye ku hûn lê bidin? Hewlêr her ew bajar e ku me balafira “Soxo” bo dîşandin ku lê bidin, me deste gul nedişandin, me deste mûşek bo wan dişandin, hewce ye ku rêberên Ereb mifahê ji ceribandina Kurd bona avakirina şaristaniyetê û wekî mînak bajarê Hewlêrê werbigrin”.
Rola tevgera azadîxwaziya Kurd li Başûrê Kurdistanê bona avakirina dewlete demokratîk û Federal di Îraqê de, bi qasekî zêde û serketiyane bû ku îro Kurd wekî neteweyeke pêşketî û demokrat di cîhanê de bi nav û deng e û gotina “Hesen Elewî” dûbarekirina wan rastiyan e ku dewleta navendî bi zanebûn ji bîr dike.