Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Hesen Nesrulla” gef li rêberê Kirîstiyanên Lubnanê xwar

12:10 - 20 Çirriya pêşîn 2021

Rêberê Hizbulla Lubnanê “Hesen Nesrulla”di hevpeyvîneke televizyonî de îdî`aya hebûna hêzek 100 hezar kesî ya Hizbullahê kir û li derheq şerekî hindirî li “Lubnan”ê digel kirîstiyanên wî welatî huşdarî da.

“Hesen Nesrulla” gef li rêberê Kirîstiyanan “Semîr Ceicei” ku serokê gurûpa Kirîstiyan a bi navê “Hêza Lubnan”ê xwar û li derheq kuştina 7 kes ji çekdarên Hizbullahê huşdarî da û îdia kir: “Ew girûp berpisiyarê kuştina 7 kes ji endamê me ne û min hêzeke 100 hezar kesî heye ku hemû amade û çekdar in û eva yekem car e ku ez bas ji hêza xwe dikin lê eva huşdarîdan li derheq şerê hindirî ye”!

Di wê derheqê de rêberê girûpa kirîstiyanan “Semîr Ceicei” ew gotinên “Hesen Nesrulla” wekî tohmetek binav kiriye û gotiye: “Kirîstiyanan li hember êrişa çekdarên Hizbullahê berevanî ji xwe kirine”.

Rejîma Îranê piştevanî li girûpên terorîstî yên wekî “Hizbullah” û “Hemasê” dike, her divê derheqê de Serokê “Cehada Îslamiya Filistînê” “Ziyad Elnixale” di konferanseke Online de tevî spasî ji hevkariya hemû alî ya Îranê bas ji rola Îranê kir û got: “Komara Îslamî roleke gelek girîng li şerê me digel Îsraîlê hebûye”.