Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Nesrullah daxwaza alîkariyê ji Îranê dike

11:22 - 8 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Serokê Giştî yê Hizbullahê bo bihêzkirina Hizbullahê, daxwza alîkariya esmanî ji rejîma Îranê dike.

Li gorî raportên belavbûyî, Hesen Nesrullah serokê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê ragehandiye ku , ewê bo bi hêzkirin û beravanîkirina Hizbullahê li hemberî êrîşên esmanî yên artêşa Îsra`îlê, û bi hêzkirina wê girûpa terorîstî, wê serdana Tehranê bike.

 Her di vê pêwendiyî de jî, bi sedema 40.mîn salvegera şoreşa rejîma Îranê li paytexta Lubnan a Beyrûtê çalakiyek birêve çû, û Nesrullah di wê çalakiyê de ragehand, Îran amadeye di gellek aliyan de ji Lubnanê re alîkar be.

Nesrullah got, çima piştevaniya ku Îran bide ji nedîtî ve bê dîtin û ragehand: ‘’Dostê me yê ku parastin, geşedan û zanistê de û li qada navneteweyî de ji me re piştevaniyê bike çima emê pişt bidin wî û stûyê xwe ji hinek din re dirêj kirinê re em israr dikin, her kesek dizane ku dê çi ji stûyê me bikin.’’

Hêjayî basê ye ku, welatên xwedî hêz yên wekî Amerîka û Îsra`îl û ..whd,  heya niha cendîn caran ji rejîma Îranê re, derheq piştevanîkirina ji girûpên terorîst, yên wekî Hizbullah a Lubnan,  Husyên Yemenê û Heşda Şe`ibî a girêdayî Şîi`eyên Îraqê hişdarî dane da ku, dawyî bi wan kiryarên qirêj û lidijî ewlehiya cîhanê pê bînine.

 Lê rejîma terorîst dixwaze bi têkdana ewlehiya deverê, û ji aliyekî din ve jî bi encam dana kiryarên terorîstî di cîhanê de, û bihêzkirina xwe û mana xwe, bi awayekî berdewam û bi eşkere piştevaniya girûp û çekdarên terorîst yên di Rojhilata Navîn de ne dike.