Rêberê Hizbullaha Lubnanê “Hesen Nesrullah” gotiye ku gemiyeke neftkêşa Îranê bo dabînkirina şewataê bo Lubnanê tê şandin lê “Se`id Herîrî” ew gotina “Hesen Nesrullah” bi gefekî mezin bo ser Lunbanê binav kir.
Tevî ku şandina beznînê ji Îranê ve bo Lubnanê binpêkirina dorpêçên Amerîka li ser Îranê ye, lê rêberê Hizbullha Lubnanê “Hesen Nesrullah” roja Pêncşemiyê 19ê Tebaxê, gotiye ku bi sedema kêmbûna benzinê li Lubnanê, heta çend demijimên dinê ew şewat ji Îranê bo Lubnanê dê bê şandin daku hewcehiya lezgîn bi şewatê di wî welatî dabin be.
Herwisa wî berpirsê Hizbullahê îdia kiriye ku şewat bo dabînkirina şewata nexweşxaneyan û herwisa bo berhemanîna berhemên xwarin û pizîşkiyê ye û ji aliyê din ve jî biryar e ku çendîn tiştên dinê jî bo Lubnanê bêne şandin.
Serokweîrê berê yê Lubnabnê, “Se`id Herîrî” huşdarî daye ku ew gotinê rêberê Hizbullahê gelek metirsîdar in û ew neftkêşa Îranê dikare metirsî û dorpêçên zêdetir li ser aboriya herifiye Lubnanê li pey xwe bîne û ew hinartina neft û benzîna ji aliyê Îranê ve, dê Lubnanê bo me bike Cehennem.