Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Nesrullah gotiye “Her kes Bisilman e dibe piştewanê Îranê be”!

13:22 - 4 Nîsan 2021

Serokê Hizbullaha Lubnanê ku par ragihandibû “Nan, av û hemû alavên leşkerî û bûdceya xwe ji rejîma Îranê verdigre wê carê jî ragihand:  gotina rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” li derheq jinavçûna Îsraîlê dê biqewime û em dê li Mizgevta Eqsayê de nivêjê bikin!

Roja Şemî 3ê Nîsdanê, Serokê Hizbullaha Lubnanê, “Hesen Nesrullah” di axivtinekî xwe de got: ew û rêvîngên wî dê bikarin bi serkevtiyane herin nav bajarê “Orşelîm”ê!!! û heta di Mizgevta “Eqsa”yê  de nivêj bikin!, lê ti zaniyariyek li ser çawaniya wê soz û xeyala xwe neda ku kanê dê çawan û kengê wî karî bikin.

Îsraîlê berê ragihandibû ku, birêvebirina karûbarên cihên Olî wekî Mizgevta “Eqsa”di bin destê welatê “Ordon”ê de ye û Îsraîl bi tenê ewlehiya wan diparêze û Mizgevta Hz. “Omer” li tenîşta Mizgevta “Eqsa” ti astengiyek li serdan û hatûçûya kesî nedaniye.

Hesen Nesrullah herwisa îdia kir ku, Amerîka dê teslîmî xwestên Îranê bibe! û Îsraîl jî, dê jinav here!

Hesen Nesrullah di dawiya gotina xwede daye zanîn ku, her kesek bisilman e, dibe digel Îranê û piştewanê Îranê be!