Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Hesen Nesrullah” gotiye ku bi roja ronahî em şewatê ji Îranê ve dînin

18:19 - 16 Tebax 2021

Rêberê girûpa terorîst a Hizbulaha Lubnanê “Hesen Nesrullah” li derheq krîza şewatê û rola Amerîkayê di vê mijarê de gotiye: “Di Îranê de bi rêjeya hewce şewat heye û gemiyên barhilgir tejî bûne û li benda bikir in”

“Nesrullah” Amerîkayê berpirsiyarê ew krîzên li Lubnanê zaniye û gotiye, Amerîka ji balyozxanê ve serperestiya wan bê serûberiyên welatê Lubnanê dike.

Rêberê Hizbullhê li ser wê yekê sor bû ku bi bê dudilî şewatê ji Îranê ve bo Lubnanê tînin, ew jî ne bi şev û veşartî, belkî bi roja ronahî û bi eşkere vê mijarê cî bi cî dikin.

Herwisa gotiye ku odeyek operasiyonên taybet heye ku navenda berqê li Lubnanê dike bi amanc û ew tişte bi awayek bê bername nayê encamdan.