Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rohanî: Azadtirîn zanîngehên cîhanê, di Îranê de ne

13:15 - 7 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîmê serbarê daxistîbûna rewşa zanîngehên wî welatî, îdi`aya wê hindê dikin ku vekirîtirîn zanîngehên cîhanê di Îranê de ne.

Hesen Rohanî serkomarê rejîma Îranê, roja Çarşemiyê, rêkefta 14-ê Sermawezê, du roj pêş roja xwendekaran got ku, gelek bo eşkere û azadane xwendekar di Îranê de bîr û boçûnên xwe radigehînin.

Navbirî bas ji wê yekê kiriye, ku pêka Amaran, sala derbazbûyî di Îranê de 1200 bername bi bona roja Xwendekar ve bi rê ve çûn, ku di van boneyan de xwendekaran bi eşkere boçûnên xwe ragehandin.

Di halekê de Rohanî bas ji azadbûna zankoyên Îranê dike, ku çalakên xwendekarî dibêjin: Hejmareke berçav ji xwendekarên rexnegir digel encamên qezayî û emniyetî berbirû ne.

Her di wê pêwendiyê de, îsal komeke zor ji çalakên xwendekarî rê bi xwandina wan nehatiye dan.

Her çend berpirsên rejîmê di zankoyan de sedema wê vedigerînin bo kêmasiya li dosiyeya wan xwendekaran de, lê gelek kes li ser wê bawerê ne, ku dirêjiya wê rewtê pêwendî bi basa “xwendekarên stêrkdar” ve heye, û rêgirî ji xwendina wan xwendekarane sedema siyasî heye.

Qisên “Rohanî” di halekê de ne, ku li gor biriyara Şêvra Bilind ya Înqilaba ferhengî a rejîmê, ew kesane dikarin, li zankoyên Îranê de bxwînin, ku ji bilî merca zanistî dibe merca mezhebî, siyasî û exlaqî jî hebin, ku mezheb, siyaset û exlaq di nêrîna wê rejîmê de, guhdarbûn li hember îdolojiyên rejîm û Wilayeta Feqîhî ye.