Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rohanî dibêje ku tiştek bi navê roja 4`ê Çiriya Paşîn (13`ê Xezelwerê) tune ye

17:07 - 15 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Serkomarê rejîma Îranê di roja destpêkirina zanîngehê de got ku, tiştek bi navê 4`ê Çiriya Paşîn tune ye.

Roja Yekşemî 22`ê Rezberê (14`ê Çiriya Pêşîn)  Hesen Rohanî serkomarê rejîma Îranê, di roja yekê ya destpêka zanîngehê, li zanîngeha Tehranê de,derheq berbirûbûna Amerîka û rejîma Îranê de wiha axavt ku wan serkevtin bi dest xistine, herwisa got em çi qas ji azadî û serbixweyiya zanînigehê kêm bikin emê zirarê bibînin.

Biryar wisa ye ku Roja 4`ê Çiriya Paşîn,  Amerîka hin dorpêçên tund yên din li dijî  rejîma Îranê, pesend bike.

Rohanî di Zanîngeha Tehranê de wiha axavt ku em çi qas ji azadî û serbixweyiya zanînigehê kêm bikin, emê zirarê bibînin, lê hêzên serkutkar yên rejîma Îslamî di roja xwendekar de, çalakvanên medenî û xwendekarên neteweyên din yên li Îranê destbiser dikin yan jî wan ji dersxwendinê di Îranê de bêpar dikin.

Herwisa piştî ew hemû bilindbûna nirxa pere û nirxa tiştan di Îranê de, dibêje ku dema ku ez bûme bi serkomar nirxa Dolar kêm bû bazar aram bûye û me tu kar jî encam nedaye û xelkê dizane ku dikarin biaxivin, û me rexne kin.

 Ev axavtinên Rohanî di demekê de ye ku, di heyamek berî niha ajotvanên tirombîlên barhilgir bi sedema bilindbûna nirxên alavên tiromibîlan û giranbûna tekeren, girevgirtin, lê rejîmê ev destbiser kirin û gefên cezayên giran li wan xwarin, û heta gefa cezaya bidarvekirinê li ajotvana xwarin.

Piştî ew hemû bilindbûna nirxan, gendelî û betalî, û kuştina kolberên Kurd li ser sînoran,  destbiserkirina bi neheqî ya xwendekaran bi sedemên cuda, girevên rojane yên di bajarên seranserên Îranê de, Rohanî haşayê lê dike, û dibêje me li hemberî dorpêçên Amerîkayê de serkevtinê dest xistiye.