Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rohanî îtirafkir ku givaşên Amerîkayî bandor li ser rewşa Îranê hebûne

10:27 - 1 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê rejîma Îranê, di heyama sardanaxwe ya bo ser qebra Xomêyînî, îtraf bi vê yekê kir ku, givaşên Amerîkayî bandor li ser rewşa rejîmê hebûne û ragehandi jî, ku pirsgirêk  û arîşeyên me bi sebeba wan givaşan bûne.

Roja Çarşemî 10`ê Rêbendanê Hesen Rohanî serkomarê rejîma Îranê, digel komek ji berpirsên rejîmê, wekî edetên salane yên wê rejîmê serdana qebra Xomêyînî rêberê wê rejîmê kirin, û her bi vê boneyî jî axavtinek derheq pirsgirêkên navxweyî yên desthilata xwe û hemû arîşeyên rejîmê kir û herwisa di nav axavtina xwe de jî îtiraf bi wê yekê skir ku, givaşên Amerîkayî bandor li ser rewşa welat hebûne.

Serkomarê rejîmê di beşeke axavtinên xwe de tevî îşarekirina bi wê ku rejîm digel mezintirîn givaşên aborî rûbirû bûye ragehand ku, ji Îro şûnda hemû arîşe û pirsgirêkên me, ji ber givaş û destûpêwendiyên Amerîkayî ne, û nabe em bi cihê nîşandiana nerazîbûna xwe li hemberî Amerîkayî, kesên xizmetkar yan jî berpirsên  leşkerî yên  payebilind yên Îslamê rexne bikin, eva dikare mezintirîn zirar be ku kesek rastiyên welêt hîs pê nake.

Hesen Rohanî di beşeke din a axatinên xwe de, wekî edetên hertimî yên rejîma Îranê, nerazîbûnên Rêbendana sala borî, Amerîka sebekar wê da zanîn û got ku: “Duyemîn şerê Amerîkayî li dijî xelkê Îranê di Beframbara sala borî  de destpê kir, û Amerîka şerê siyasî û yasayî, şerê navneteweyî û deverê û heta şerê derûnî di nav xweyî welat de jî destpê kiriye.

Ew îtrafkirina Rohanî di demekê de ye ku berê hem Rohanî  bixwe û hem jî hevbîrên wî henekê xwe ji bandorên givaşên aborî yên Ameîkayî yên li dijî rejîma Îranê dikirin û ew wekî çend perçên kaxezê binav dikirin.