Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Ruhanî 36 Milyard Dolar û 80 ton Zêr dane 3 bandên qaçax

11:47 - 3 Hezîran 2020

Roja Sêşemî  2 yê Hezîran a 2020 an, Cewad Kerîmî yê Qodûsî, nûnerê Meşhedê di Meclisa rejîmê de, Hesen Ruhaniyê serkomarê rejîmê sûçdar kirir ku pitir ji 36 Milyard Dolarî û 80 ton Zêr, ji xezîna welat hilgirtiye û derbasî bajarê Silêmaniyê li Îraqê kiriye û daye 3 bandên qaçaxe yên Zêr , Dirav û Madên Hişber.

Cewad Kerîmî got: Fayla dengiye vê civînê ber deste ku Ruhanî bi eşkere destûr daye ku 36 Milyard û 100 Milyon Dolar, ji xezînê, bikeve Bazarê û bikeve dest 3 bandên qaçaxe Erz, Zêr û Madeyên Hişber, û ev Dirav bo Silêmaniyê hatiye hinartin.

Nûnerê Meşhedê herwisa got: xêncî Dirav, 80 Ton Zêr jî ji xezînê hatiye rakirin û bo vê herêmê Anku Silêmaniyê hatiye şandin. 

Her di civîna meclisa rejîmê de, Nasir Himetî serokê Banka Navendiye Îranê jî got: Di heyamê wan 15 salên vê dawiyê de, 280 Milyard Dolar ji Erz û Dirav, bi nav û hêceta kontirola nirxan, ji Welat hatiye derêxistin û dizîn û xwarin.

Nûnerê Meşhedê herwisa Hesen Rûhanî sûçdar kir bi herac kirin û firotina heyî û neyî ya dewletê.

Cewad Kerîmî herwisa sûçê girankirina nirxa Benzînê û xwenîşandana Payîza derbas bûyî jî xiste ustê Hesen Ruhanî.

Şerê deshilatdarên diz û gendele rejîmê berfirehtir bûye û roj bi rojê gendeliyên zêdetire hevdu eşkere dikin. Pastar Qalîbafê serokê meclisê, hebxwe dizê herî mezine ku bi sedan milyard Dolar diziye û kesê jî, jê nepirsiye.