Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rûhanî: “Di bazaran de nirxên tiştan ji kontrolê derketine”

17:13 - 28 Kanûna Paşîn 2021

Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî”, îtiraf kir ku danîna nirx bo tiştan di bazaran de ji kontrolê derketiye û xelk bona dabînkirina hewcehiyên xwe rastî azaran hatine”.

Roja Pêncşemî 28ê Kanûna Paşîn, Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî”, di rêûresma destbikarbûna bernameyeke Wezareta “Cehad a Werzêriyê” de got: “Xelk bona dabînkirina hewcehiyên xwe tûşî azaran dibin û nirxa tiştan ji kontrolê derketeiye”.

Serkomarê rejîma Îranê, bê şermane îtiraf bi neşiyanekê dike ku, bi xwe berpirsê rasterast yê kontrolkirina wê ye û bi îtirafkirin ji jankêşandina xelkê bona dabînkirina hewcehiyan, bi awayekî dixwaze xwe xemxwerê xelkê û bê tawan nîşan bide.

“Hesen Rûhanî”, bi cihê wê îtirafê ku bona balkêşandina xelkê ji kêmbûna bûdceya sala 1400an ku zêdetir ji 131 hezar milyard Tumen e û gendelî, dizî û talankirina sîstematîk ya perê xelkê û darayiya Îranê, dibe îtiraf bi dîktaroriya li ser xelkê û paşeroja trajîk û tariya xelkê Îranê bike.

Niha di bazaran de nirxa hewcehiyên xelkê, ji aliyê delalan ve ku bi piranî ser bi rejîmê ne têne danîn û rejîmê ti bernameyek bona kontrola bazaran tinîne û di rastiyê de, rejîmê heta niha ti bernameyek bona danîna nirxa hewcehiyên xelkê nedariştiye û şanoya îtirafa Serkomarê Îranê jî, bona çewtekarî û xeletandina xelkê ye.