Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rûhanî dîsan sozên vala dane xelkê zirarberketî ên Belûçistanê

11:20 - 19 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Hesen Rûhanî Serkomarê rejîmê, piştî derbasbûna çend rojan bi ser lehiya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, bo dana hinek qewl û sozên direw, serdana wê Parêzgehê kir.

Serkomarê rejîmê Hesen Rûhanî, piştî derbasbûna çend rojan bi ser lehiya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, serdana wê parêzgehê kir, lê di ti cihekê de xelkê pêşwaziya Rûhanî nekir, çimkî xelkê gelek baş dizanîn Rûhanî ji bilî direvan ti tiştekê bo wî xelkê belengaz û zirarberketî digel xwe nayêne.

Eve nêzî Hefteyeke ku sedan gundên wê parêzgehê perîşan û bê malûhal mane, bê serpenah, bê îmkanatên gerimkirinê, bê xwarin û av, bê derman û rêkên hatoçû ên sedan gundan xirab bûne, pirê herifîne, berq tineye, gefeke mezin li ser jiyan xelkê wê deverê ye, di cihê vê ku Rûhanî basa, çareseriya bilez a wan pirsgirêkên xelkê kiriba, berevajî basa dabîn kirina kar û afirandina rêya hesin dikir.

Xelkê belengaz ên Belûç gelek baş wê rejîma dijî gel nas dikin û dizanin ku ti xizmet û alîkariyekê bi wan nake, her çawa bo xelkên zirarberketî ên erdhejê ên parêzgeha kirmaşanê nekir, her çawan rejîmê ti alîkariyek bo xelkê zirarberketiyên Luristanê nekir wiha alîkariya Belûçistanê jî nake.

Xelkê Îranê û bi taybetî netewa Kurd li Kurdistanê, bi berçavgirtina xemsariên rejîmê, li zaf cihan dest kirine komkirina alîkariyê bo xelkê Sîstan û belîçistanê û qet pişta xwe bi direvên desthilatdarên rejîmê girênadin.