Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rûhanî: Em dev ji çekên xweparastinê û mûşekên xwe bernadin

10:32 - 23 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Hesen Rûhanî serkomarê Îranê dîsan pêdagirî kir li ser bihêzkirina şiyanên mûşekî ên Îranê.

Rûhanî serkomarê rejîma Îranê di merasima rijeya hêzên çekdar bi boneya salvegera şerê Îran û Îraqê got: Îran ne tenê çekên bergirîkirin û mûşekên xwe nadanê aliyekî, belku roj bi rojê hêza xwe ya parastinê zêde dike.

Navbirî rû li rayedarên Amerîkayî got: Hûn dibêjin ku nabe di herêma xwe de me hizûr hebe, lê pirs ew e ku hûn hezaran km vêdetir çima têne herêmê.

Herwisa wî rû li Trump ragehand ku qedera wî jî wekî ya Sedam Husên dibe.

Wî got ku Sedam yekalî rêkkevtina Elcezayirê dirand, niha jî Trump yek alî ji rêkkevtinê derdikeve.

Hesen Rûhanî di bereberê sefera bo Amerîkayê bi weşandina nivîsekê di rojnameya “Washingtonpost”ê  de, pêşniyara hemkûfê xwe ê Amerîkayî bo gotûbêjan nesadiqane bi nav kir, û ragehand ku îdiaya alîgiriya Amerîkayê ji xelkê Îranê hevdem digel tehrîman pûç û dijminkarane ne.

Rûhanî û rayedarên rejîmê di demekê de Trump digel Sedam didin berhev, ku ne serdem serdemê detspêka şoreşa gelên Îranê ye, ku xelkê welat cewherê rejîmê nas nedikirin,û ne jî teknolojiya Sedam û Trump wekî hev e, û ne jî kêşeyên di navbera Îran û Îraqê de, heman kêşeyên di navbera Amerîka û Îranê de ne.  

Herwisa şerê di navbera Amerîka û Îraqê de jî bêguman di bîra Rûhanî de ye, ku Sedam jî gefên wekî Rûhanî li Amerîkayê dixwarin, lê me dît ku kêmtir di mehekê de ew deshilata wî rûxiya.