Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rûhanî: girîng nîne ku sifreya xelkê biçûktir dibe

13:42 - 29 Hezîran 2020

Serkomarê rejîma Îran dibêje ku girîng ewaye ku dujminên me bizanin tevî valabûna sifreya nanê xelkê Îranê, ew ji armancên xwe û rejîma xwe dev bernadin.

Serkomarê rejîma Îranê “Hesen Rûhanî” di gotinên xwede tekezî li ser wê mijarê dike ku tevî kêmasiyan û kêmbûna hewcehiyên jiyana xelkê Îranê di wan dorpêç û kirîzan de, em dibe nîşanbidin ku dev ji armanc û rejîma xwe bernadin û ya girîng jî ewe, û ew kêmbûn û kêmasiyên di jiyana Îro ya xelkê Îranê de, ti girîngiyek bo me tinînin.

Xelkê Îranê rastî pirsgirêkên micid di hemû aliyên jiyana xwede hatiye, aboriya hrifiye, rejîma reşnav, berpirsên diz û çewtekar, karbidestên bê kifayet, teror û kuştin, derbû kîna hêzên serkutker li ser xelkê Îran, jiyaneke trajîk û dûrketî ji jiyaneneke bi rûmet, bo xelkê Îranê afirandiye.

Gotina serkomarê rejîmê nîşan ji kûrahiya tarîtî û tirajêdiya jiyana xelkê Îranê ye.