
Kurdistanmedia: Serkomarê rêjîmê, Hesen Rûhanî roja Duşemiyê serdana parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê kir.
Hesen Rûhanî di vê serdana xwe de di destpêkê da çû bajarê “Kelha Xwê” (Xoy) û di civînekê de axivî. Piştî serdana bajarê Xoyê, Rûhanî serdana bajarê Urmiyê kir.
Li dema gihîştina Rûhanî bo bajarê Xoyê pareke berçav ji xelkê rijîyane ser kolanan û digel dana diruşman li dijî Rûhanî û rêjîmê, bi havêtina beran, nerizayetiya xwe dane xûyakirin û pêşwaziya ji Rûhanî tevî alozî û xwenîşandan û nerizayetiyê berbirû bû.
Rûhanî di axavtinekê de li bajarê Xoyê amaje bi sizayên Amerîkayê yên li dijî Îranê kir û gef li Amerîka xwarin û got: Em li hember givaşên Amerika de teslîm nabin.
Rûhanî herwiha gef kir ku wê dorpêçên Amerîkayê têk bişkênin û got, cehd tên kirin, ku Îran nekare nefta xwe bifiroşe.