
Serkomarê rejîma Îranê derheq nigeraniya xelkê îranê ya li ser mijara bilinbûna nirxên perê biyanî de gotiye ku ew xelk bêçine nigerane.
Roja Sêşemî, 23ê Hezîranê, “Hesen Rûhanî” derheq nigeraniya xelkê Îranê bona bilindbûna nirxa dirafên biyanî got: “ Hindek kiryar û karên hundirî yên navnetewî li ser Îranê û herwisa afirandina nigeraniyeke bê binyat di naw xelkê de, bûye sedem ku perîşanî û nizim û bilindbûna nirxa perê biyanî di bazara erz de peyda bibe.
Roja derbasbûyî , Serokê Ofîsa Xamineyî dabû xuyakirin ku banka navendî ya Îranê baştir ji hemû caran perê biyanî û zêr hene û hêj naxwazîn wan pereyan bona daketina nirxa perê biyanî bikar bînin.
Gotinên Serkomarê rejîmê û Serokê ofîsa Xamineyî di demekê deye ku, Cihgirê Serkomarê Îranê, “Îshaq Cehangîrî” baskiriye ku zexireyên erzî niha di xirabtirîn û nizimtirîn asta xwe deye.
Soz û qewlên berpirsên rejîma Îranê bi taybet sozên “Hesen Rûhanî” di bîra xelkê dene ku tim bi derew û çewtekarî derçûne.