Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Xomêynî: Tu garantî tuneye ku em bimînin

13:26 - 30 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia:  Hesen Xomêynî newiyê Xomêniyê avakerê Komara Îslamiya Îranê ragehandiye ku tu garantiya wê nîne ku em bimînin.

Hesen Xomêynî di Husêyniyeya Cemaranê de axavtin kiriye û ragehandiye: “Xîm û koka her civakekê, exlaq, û hestkirina bi razîbûna xelkê ye”. Wî gotiye ku dibe em bizanin  sedemên manê çi ne, hekî em nezanin tu garantiyek nîne ku em bimînin, û wê meydanê ji me bistînin.

Helbet mebesta Hesen Xomêynî ew nîne ku dibe rejîm di hizra xelkê de be, belku rexnekirina deshilatdaran e li ser vê ku guh nadin wî, û wî beşdar nakin di poseteke bilind ya hikûmetî de.

Hesen Xomêynî bê guman wekî ên din di hewla parastina rejîmê de ye, lê pareke zêdetir ji xwe re dixwaze. Bo mînak tenê para wî ji bûdceya sala 1398`an ya girêdayî bi parastin û belavkirina berhemên Xomêynî 18 milyard Tûmen bûye.

Ji aliyekî din ve Husên Şerî`etmedarî birêveberê rojnameya Keyhan çapa Tehranê ragehandiye ku hekî em çûbana, dibe ji mêj ve em nemaban.

Şerî`etmedarî herwisa ragehandiye ku di bereberê 40.emîn salvegera şoreşê herçend ku pîlanên dujminan zêde  bûne, û xisar gehandine me, lê bê encam mane. Lewra em naçin û emê bimînin.

 Navbirî îşare bi vê nekir ku hekî ewê li ser deshilatê bimînin, bes çima dibe ew û hevbîrên wî berdewam bas ji bûn û nebûna xwe, û rûxan û nerûxanê bikin.