Serokê berê yê Komîsiyona Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derve ya Meclîsê, “Heşîmetullah Felahet Pîşe” di hevpeyvînekê de diyarî kiriye: “Divê Îran berika Bercamê li agirê Ukraynê dûr bike, hekî na zêdexwaziya Rûsiyayê û dîtingeha xirab a Rûsiyayê li dijî Îranê, dikare heta çalakbûna mikanîzma maşeyê berdewam be.
Navbirî di hevpeyvînek digel malpera Cemaranê de gotiye: “Siyaseta Derve ya Îranê bi dijwarî girêdayê ekterekê (Rûsiya) bûye ku tenê berjwendiyên xwe li ber çav digire.
Mebeta Heşîmetullah Felahet Pîşe rohn e û ev behsa Rûsiyayê dike û bi eşekere dibêje ku Îran girêdayê Rûsiyayê ye û eva jî bi qazancê Rûsiyayê û li dijî berjwendiyên Îranê ye.
Navbirî di beşek din a hevpeyvîna xwe de dibêje, piştî şerê Ukraynê, Rûsiya êdî di ti yek ji karûbarên dîplomasî de xwediyê rol nîne û bi kiriyar “Mikhail Ulyanov” di derveyê danûstandinê de cih girtiye.
Navbirî gotiye ku Rûsiyayê di du beşan de mifahên xirab li dijî Îran bikar aniye ku yek ji wan “Mikhail Ulyanov” bû ku rola wî bû sedemê vê ku wajoya Bercamê piştî şerê Ukraynê ser negire. Ya din jî eva bû ku piştî vê ku şerê Ukraynê detpê bike, tev tiwîtên “Mikhail Ulyanov” û Potin û Lavrov derheq Ukraynê direw bûn.
Eva jî di halekê de ye ku rejîma Îranê bi hemû şêweyê pişta xwe li Rûsiyayê gerim kiribû ku di kiriyar de derkevt ku Rûsiya, rejîma Îranê wek alavekê bo berjwendiyên xwe bikar tîne.