Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heşt karmendên gumrika Urmiyê bi sedema gendeliyê hatine binçavkirin

11:34 - 28 Çirriya paşîn 2021

Heşt kes ji karmendên gumrika parêzgeha “Urmiyê” bi tawana têkdana sîstema kampiyoteran bo karê qaçax hatine binçavkirin û bo girtîgeha navendî ya bajarê “Urmiyê” hatine veguhastin.

Di gumrika parêzgeha Urmiyê de 8 kes ji karmendên wê gumrikê bi sedema sextekarî û têkdana sîstema kampiyoterên  wê gumrikê bo karê qaçaxa mobaylên cora “ifhon” hatine binçavkirin û bo girtîgeha navendî ya bajarê “Urmiyê” hatine veguhastin;

Herwisa bas ji vê yekê hatiye kirin ku ew kesane bi hevkarya berpirsên payebilind ên rejîmê ew gendeliya malî kirine

Gendeliya malî di nava sîstema rejîma Îranê de bi awayekî berfireh  û sîstematîk heye u karmendên rejîmê ku piraniya wan ser bi Spaha Pasdaran û navendên ewlehî an leşkerî ne, bi awayên cuda wê gendelia malî anku diziya sîstematîk bi rê ve dibin û hindek caran ew dizî û gendeliya sîstematîk bi qasekî berçav û rohn e ku rejîm nikare wan perdepûş bike lewma neçar e bo perdepoşkirina wan gendeliyên xwe beşek ji wan binçav bike.

Ev binçavkirina karmendên rejîmê  di helekê deye ku navendên wê rejîmê wekî Beyta Rehberî, Spaha Pasdaran, beşên ewlehî û leşkerî, dadwerî û îdareyên din ên rejîmê, mezintirîn navendên gendeliya malî û dizî ji darayiya xelkê Îranê ne.