
Kurdistanmedia: Cîgirê Serokê Saziya Heşta Şei`bî Ebu Mehdî Muhendis daye zanîn ku, binkeyên leşkerî ên Heşda Şe`ibî ji aliyê Amerîkayê ve hatine bordûmankirin.
Pêka nûçeyên belavbûyî, Ebu Mehdî Muhendis di daxûyaniyekê de daye zanîn ku, binkeyên leşkerî ên Heşda Şe`ibî ji aliyê Amerîkayê ve hatine bordûmankirin, û êdî Heşda Şe`ibî wê bi çekên pêşketî bersiva êrîşên Amerîkayê bide.
Herwisa Ebu Mehdî dibêje Amerîka bi rêya balafirên bê pîlot ve, çavdêriya binkeyên wan dike û eşkere jî kir, îsal Amerîka çar balafirên bê pîlot yên Îsra`îlê ji rêya Azerbaycanê re anîne Îraqê û bi rêya wan balafiran ve di nav axa Îraqê de êrîşê ser binkeyên wan kiriye.
Navbirî bi awayekî tûnd gef ji Amerîkayê xwar û got: Em Amerîkayê berprsiyarê wan êrîşane dizanin, û ji îro vê de, her bûyerek bo leşkeriyên Amerîkayê biqewime, berprsiyarê wê Amerîka dibe.