
Kurdistanmedia: Xwenîşandan li dijî mudaxilekirina rejîma Îranê di karûbarê Lubnanê de gihaye roja 8`emîn û xelkê Lubnanê bi wê sedemê xwenîşandanan dikin.
Di 8`emîn roja xwenîşandana xelkê Lubnanê de Artêşa wî welatî jî tevlî xwenîşanderan bû, û herwisa Qasim Silêmanî fermandê Spaha Qutis ya terorîst jî bo rizgarkirina Hizbullaha Lubnanê ji wê kirîzê û mudaxilekirin û serkuta xelkê nerazî çûbû Lubnanê, lê hewla wî ser negirt.
Hewla Hizbullaha terorîs a Lubnanê û Qasim Silêmanî, fermandê Spaha Qutis ya terorîst jî çaresaz nebû, û xelkê Lubnanê êdî ti baweriyek wan ji gendelî û mudaxilekirina wan herdu Saziyê terorîstî nîne.
Herwisa alîgirên Hizbullaha terorîst, di nav xwenîşanderan de, siloganan bo piştewanîkirin ji Hizbullaha terorîst û rejîma Îranê didin.
Ji aliyek din ve jî, xelkê nerazî dibêjin hemû hewla hikûmetê bo fêlkirin ji xelkê, bê encam maye.
Xelkê nerazî dibêjin daku hikûmeta Lubnanê neyê guherîn û rejîma Îranê deset ji Lubnanê nekişîne, dê xwenîşandan her berdewam bin.