Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevbendiya Azadî û Wekheviya Îranê bi helkefta Newrozê peyamek belav kir

22:17 - 19 Adar 2019

Kurdistanmedia: Bi helkefta hatina cejna Newrozê, Hevbendiya Azadî û Wekheviya Îranê daxiyaniyek ji bo raya giştî belav kir û bi vî awayî peyama xwe gihande neteweyên Îranê.

Daxuyanî wiha ye;

Newroza we pîroz be, tev rojên we Newroz bin!

Welatiyên hêja! 

Çil û yekemîn Newroza berxwedana we li hemberî desthilatdariya paşverû pîroz be û Newroza we di nav xweşiyan de be!

Desthilata tepisandin, teror û talankirinê rastî kirîzeke piralî hatiye û berxwedana xelkê li hemberî hikûmeta Îslamî gihiştiye qonaxeke çarenivîssaz. Êdî rejîm rastî arîşeyên navxweyî û destpêka hilweşandinê hatiye. Tevgerên demokratîk ên neteweyên cuda, tevgerên karkeran, jinan, mamosteyan, xwendekaran, xanenişînan, cotkaran, kolberan û pêkhateyên din ên civakê li tevahiya Îranê, ji berê zêdetir ji bo desthilatdariyê bûne astengî û li hemberî wê derdikevin. 

Di vê rewşa herî xirab de ku desthilata hov a Komara Îslamî, civaka me derbasî nava kirîzan û wêraniyê dike û her roj, jin û zilamên ku li hemberî rewşa nebaş a siyasî, aborî û çandî nerazîtiya xwe tînin ziman, bi hêncetên nexuya rastî azardan, girtin, îşkence, destdirêjî, teror û darvekirinê tên!

Çil û yekemîn Newroza me di demekê de derbas dibe ku rêjeya kuştin û terorê û herwisa girtina çalakvanên siyasî û serhildêran bilind bûne. Cejn nêzîk dibe lê hîn malbatên Sêpîdê Qoliyan, Îsmaîl Bexşî, Nesrîn Sitûdê, Nicatî, Mehmûd Bêhêştî, Mihemed Hebîbî, hin çalakvanên wek Ebas Lêsanî li Erdebîlê, çalakvanên jînge û sivîl li Kurdistanê û gelek çalakvanên tevgerên neteweyên cuda û bi hezaran çalakvanên bê nav û nîşan, di rewşeke nemirovane de, rojên Newrozê bi êş û eleman li pişt deriyên girtîgehan derbas dikin û li bendê ne ku nûçeyek ji zarokên wan ji wan re bê yan jî rê bê dayîn wan bibînin. 

Cejna Newrozê, yek ji sembolên hevbendiya tevahiya me, jin, zilam, gelan, neteweyan, ol û çandên cuda li tevahiya Îranê ye. Bi hatina biharê, siruşt, kincên zivistanê diguhere û rengekî din li xwe dike û werzeke din bi diyarî tîne. Jin û zilam jî di her temenekî de bin, kincên kevin davêjin û bi kincên rengîn û nû diçin pêşwaziya vejîna biharê. Sala 97'an xelkê Îranê di rewşeke xirab de derbas kir û gelek ji wan nikarin, sifra malê rengîn bikin, kincên nû li zarokên xwe bikin. Gelek malbat jî hene ku sifreyên wan weke berê vala ne. 

Welatiyên hêja! 

Em hêvî dikin ku vejîna siruşt, hevdem bibe bi serbestiya xelkên welatê me ji dagirkarî û binpêkariya mafan. Herwisa bihara azadiyê bigihe û dijwariyên ku xelkê ji bo dabînkirina demokrasiyê derbas kirine û hewlên zêdebarî kuştin, girtin, îşkence, gefxwarin û darvekirinê berdewam kirine, berhema xwe bidin. Em hêvî dikin ku dagirgarî jî weke zivistanê derbas bibe, rûyê xelkê geş be û xweşî here nav malên wan. Girtîgeh, hern nava zibilgeha dîrokê. Hejarî, birçîtî, nebûna wekheviyê û dagirkarî heya hertim ji vî welatî biqedin. 

Hevbendiya Azadî û Wekheviya Îranê ji çendîn partî û saziyên siyasî ên komarîxwaz û parêzvanên azadî, wekhevî, demokrasî, mafên mirovan, cudayiya dîn û desthilatê û dijberên tepisandinê pêk tê. Ev Hevbendî, hevdem ligel hatina Newrozê, berxwedana jin û zilamên wêrek ji bo rizgarbûn ji zulma dagirkar bi girîng dizane û cangoriyên riya azadiyê bi bîr tîne ku ji bo demokrasî û wekheviya civakê xebat kirine. Silavê jî, ji bo girtiyên wêrek ên siyasî dişîne ku bi berxwedana xwe, tovê hêviyê di nav xelkê de çandin. Hevbend Newrozeke xweş ji bo hemûyan dixwaze.

Hilweşe rejîma Komara Îslamî a Îranê 

Bi hêviya bicîbûna azadî, wekhevî û demokrasiyê li Îranê 

“Hevbendî”

27'ê Reşemeya 1397'an a Rojî - 18'ê Adara 2019'an a Zayînî