Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina heyeta PDKÎ ligel Parlemanterê Swêdê

15:52 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Heyeteke Hziba Demokrat a Kurdistana Îranê ligel “Aol Torîl”parlemanterê Sosiyal Demokratan di Swêdê de hevdîtin pêk anî.

Li gor rapora melpera Kurdistan Media, roja duşemî 6`ê Tîrmeha 2015`an, heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya “Rostem Cehangîrî” endamê Deftera Siyasî gel Parlimanterê Sosyal Demokrat “Aol Torîl” ku hevdem li gel licneya ser bi Wezareta Derve ya Swêdê kar dike, di bajarê Fîstrosê hevdîtin pêk anî.

Di vê hevdîtinê de Cehangîrî bas ji aloziya Rojhilata Navîn kir, şer û pirsgirêkên deverê û şerê Saziya terorîstî ya DAIŞê bi dijî Kurd û pirsgirêkên Îran û Kurdistanê û rewşa Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê ji bo Torîl kir.

Rostem Cehangîrî dazanîn: Ew aloziyên Îraqê û pirsgirêkên Şîe û Sunî hemû ev aloziy destê rejîma Îranê tê daye.

Cehangîrî ewa jî dazanîn ku, pirsgirêkên hûndûr yên Îranê û xelkê Îranê bi hemû pêkhatên wê ku Kurd jî yek ji wan netewe yane, girtin û kuştina ciwanên Îranê û Kurdistanê,Rojnamenvîsan, çalakvanên sivîl, kêmîneyên tetnîkî û bi kurtî pirsa mafê mirov di Îranê ti wateyek bi wan re nîne.

Derheqê pirsa navokî ya Îranê jî got: Em wek Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê dibêjin ku eger Îran û welatên 5+1 bigehin encamekî, egera pirsa Demokrasî û mafê mirov û pirsgirêkên netewe ên bin dest yên Îranê jî yê çêbibe. Di vê demê de jî Îran ji niha xirabtir bi ser xelkê de bîne û niha ev kiriyare digihîje encamê.

Rostem Cehangîrî endamê deftera Siyasî ya Hizba Demokrat dazanîn: Em hêviya vê yekê ne ku Sosyal Demokrat û bi taybet Swêd helwesteke nû li hember Îranê bigirin ber xwe.

Aol Torîl jî di wê rûniştinê de bas ji vê yek kir: Her bi vî awayî ku Ehmed Şehîd raportêrê NY derheqê mafê mirov fişar bo Îranê Înaye, Sosyal Demokrat û bi taybet Swêd gavên bi bandor dij bi rejîma Îranê hilgirtine

Torîl di doma axaftinên xwe de got ku di nav parlamentoya Swêdê de, licne heye; di wê licneyê de hemû nûnerên partiyên Hizbên Swêdê endamin û gelek caran jî bi rêya nivîsînê bo rejîma Îranê rexneyan li wê rejîmê digrin