Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina nûnerê PDKÎ di parlemênta Almanê de

21:41 - 28 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Almanê hevdîtinek tevî yek ji endamên parlemênta vî welatî ji Firaksiyona partiya Kesk hevdîtinek lidarxist.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 26’ê Hezîrana 2014’an, Hîwa Behramî nûnerê PDKÎ di Almanê de ligel parlemênta vî welatî hevdîtinek lidarxistin.

Di vê hevdîtinê de nûnerê PDKÎ ligel Omîd Nûrîpûr, endamê Firaksiyona Kesk a parlemênta welatê Almanê û komîsyona siyasî a derve a parlemênta rûniştinek lidarxist.

Nûnerê PDKÎ di vê rûniştinê de, mijarên pêwendî bi Kurdistanê, Îran û deverê anîne ber bas û li wan mijarane civiyan.

Hîwan Behramî nûnerê PDKÎ di vê hevdîtinê de serbarê amaje kirin bi siyaseta serkomarê Îranê Hesen Rûhanî di pêwendî bi pirsa netewên bindest ên rejîma Îranê de û pirsên din weke azadiyatak û medyayan û ...hwd, got: Di heyamê yek saliya serkomariya Hesen Rûhanî fezaya siyasî di Îranê pêk bînin, hemû ev kesên ku bawerî bi serkomariya Hesen Rûhanî anîbû, ne tenê awat û hisretên wan hiloşane û rast bervajî wan çavrêyane, fezaya siyasî a Îranê eger di dema dewleta pêşîn de xirabtir nebibe, tu guherînekî erênî têde berçav nakeve.

Nûnerê PDKÎ herwisa amaje bi vê yakê kir ku hemû hewla rejîma Îranê ewa bû ku xwe li jêr givaşa abûrî – siyasî derbas bike ku di asta hundir û nevdewletî di gel de rûderû bûn e.

Di wê pêwendiyê de Nûrîpûr, serbarê tekezkirina gotinên nûnerê PDKÎ, rewşa mafê mirov di Îranê de û azadiya takekesî û herwiha çalakiyê varê mafê mirov, jinan û hwd..., bi bûyer nav bir û wusa dizanî ku di paşeroj de dewlata niha bernameyek nîne ku guherînan pêk bîne.

Di vê rûniştinê de basa gotûbêjên navbera rejîma Îranê û welatên Rojava derheq bi bernama navekî a rejîm, kirîza Îraq û rola serekî a komara Îslamî di vê kirîzê de û çend mijarên din ên pêwendîdar, bas li ser hat kirin.