
Sinatoreke ser bi Partiya Demokrat ya Amerîka, bi nave Krîs Murfî li Alman, di gel Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê derwe yê rejîma Îranê hewdîtin kiriye, bi belaw bûna wê nûçeyê, deshilatdarên Amerîka bertek nîşandan.
Donald Tiramp Serkomarê Amerîka ragîhan: hewdîtina Krîs Morfî di gel Zerîf, binpê kirina yasaya Logan ê ye.
Yasaya Logan Heçî deshilatdarekî Amerîka ji mafê hewdîtina bê Îzn û agadarî, di gel berpirsên rejîma Îranê bê par kiriye.
Pêka wê yasayê hekî deshilatdarên Amerîka, bixwazin di gel rejîma Îranê hewdîtinê bikin, dibe Îznê ji Dewleta Amerîka wergirin, hekîne Dîdara bi dizîwe, Îxanet û binpêkirin û sîxurî tête hesibandin.
Maîk Pompîo Wezîrê Derwe yê Amerîka jî ragihand: Sinator Krîs di gel Wezîrê derweye mezintirîn rejîma piştîwanê terorîzmê, hewdîtin kiriye.
Pompîo di konfiranseke Rojnamevanî de da zanîn, Zerîf hebxwe yêk ji wan kesaye ku nave wî di nava lîstê dorpêçkiryên Amerîka deye.
Zerîf Wezîrê Derwe yê Welatekê ye ku Firoka Ukraynê Xiste xwarê û amade nine Sindûqa Reşe firokê radest bike. Ew Wezîrê rejîmekêye ku mezintirîn piştîwanê terorîzmêye li Cîhanê de.