Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevjîna Îsmaîl Bêşikçî dostê PDKÎ koça dawî kir

17:12 - 14 Nîsan 2021

Hevjîna Îsmaîl Bêşikçî nivîskar û civaknasê Tirk ê dostê gelê Kurd û bi taybet dostê PDKÎ, Leman Bêşikçî di 92 saliya xwe de koça dawî kir.

Leman Bêşikçî ku bi eslê xwe ji bajarê Erziromê ye, beriya demekê nexweş ketibû û li nexweşxaneyeke Enqerê dihat dermankirin û puiştre bi sedema nexweşiyê diçe ser dilovaniya Xwdê.

Îsmaîl Bêşikçî di nava Kurdan de naveke naskirî ye û ji ber xebat û çalakiyên xwe yên derbarê Kurdan de weke dostê gelê Kurd tê naskirin.

Îsmaîl Bêşikçî bi sedema pirsa Kurd û piştevanîkirin ji mafê gelê Kurd zêdetir ji 17 salan kevte girtîgeha Tirkan.

Îsmaîl Bêşikçî dostek nêzîk ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta koça dawî ya hevjîna Îsmaîl Bêşikçî, sersaxiyê dibêje wî û xizm û kesûkarên hevjîna wî û xwe şerîkê xema wan dizane.