Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevjîna Mihemed Emîn Agûşî bi sedema rawestana dil wefat kir

14:26 - 26 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Hevjîna Mihemed Emîn Agûşî girtiyê polîtîkî yê Kurd xelkê Pîranşehrê, bi sedema rawestana dil canê xwe ji dest da.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja şemiyê 21’ê Hezîrana 2014’an, Kubra Qelenterî hevjîna Mihemed Emîn Agûşî girtiyê siyasî yê Kurd xelkê gundê Şînawê a ser bi Pîranşehrê bi sedema rawestana dil di mala xwe de, mir.

8759.jpg
Mihemed Emîn Agûşî


Çavkaniyekî hayîdar bi peyamnêr malpera Kurdistanemdia ragehand: Mihemed Emîn Agûşî girtiyê polîtîkî yê Kurd ku ji aliyê girtîgeha Zahidanê ve îzina hatina malê dabûnê, di dema tewaw bûna îzinê ku xwasibû dizivre girtîgehê, hevjîna wî tûşî rawestana dil dibe û di encam de canê xwe ji dest dide.

Mihemed Emîn Agûşî sala 2007’an, hevdem tevî Îrec Mihemedî û Ehmed Pûladxanî bi tometa sîxurî bo Herêma Kurdistanê û muharibe ji rêya alîkarî ligel partiyên Kurdî ên dijberî rejîma Îranê hat girtin.

Navbirî 7 mehan li cihê takekesî de bûye û paşan bo girtîgeha Urmiyê veguhastine û piştre li liqa du a leşkerî a “Rêxistina dadwerî a hêzên çekdaran” ceza îdam ji rêya gulebaran kirin bi ser de sepandin.

Ew hukme li liqa 31 a dadigeha bilin a welat weke xwe pejirandiye, lê piştre doseya wan ketiye rê û zivrandine liqa 1 a dozgeriya leşkerî û hevdem ligel Îrec Mihemedî û Ehmed Pûladxanî, ceza 10 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha Zahidanê, bi ser wî de hatiye sepandin.