Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevjîna Şehîd Elî Kaşifpûr koça dawî kir

12:44 - 3 Adar 2021

Mixabin îro çarşembî 3ê Adarê Fatma Kaşfipûr hewjîna xebatkarê binavûdenge Kurdistanê, şehîd Elî Kaşifpûr bi sedema nesaxiyê li bajarê Almêra Holendê çû ber dilêvania xudê.

Fatma xanim di hemû salên xebata hewjînê xwe anku Elî Kaşifpûr de, hem daiyk bû, hem  bab û hemjî pişt û penaê wî bû.

Şehîd Elî pêşda endamê Kumîta navendiya PDKÎ bû ku di sala 1990an li bajarê Quniya ya welatê Tirkiyê de hate teror kirin û tevlî karwanê sorxelate şehîdên Kurdistanê bû. 

Bi vexera davî ya Fatma xanimê gelê me şêre jineke dilsoz , wefadar, razî bi qedera xwe û gel û malbata xwe lidest da. Wê xanima hêja piştî şehîd bûna Kekê Elî, 4 zarûk bi hemû dijvaryên jiyanê mezin kirin, pê gîhandin.

PDKÎ sersaxiyê dide malbat û kesûkar û yadigarên şehîd Elî û Fatma xanimê û xwe şirîkê xem û nerehetiya wan dizane.