Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevjîna şehîd û xwişka şehîdekî doza azadiya Kurdistanê koça dawiyê kir

18:58 - 4 Gulan 2022

Roja Sêşemî 13`ê Banemera sala 1401`an a Rojî, xwedêjêrazî “Roqeye Husêndost” hevjîna şehîd “Hesen Selîmîferd” û xwişka şehîd “Seyîd Ehmed Husêndost” koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Roqeye Husêndost” dayîkek emegnas bû û piştî şehîdbûna hevjînê xwe bi berpirsiyaretiyê ve zarokên xwe mezin kirin.

 “Roqeye Husêndost” yek ji wan jinên şoreşger bû ku heta bîstekê jî, li rêbaza hevjînê xwe yê şehîd dernekevt û heta dawiya jiyana xwe emegnasê rê û rêbaza hevjînê xwe û birayê xwe yê şehîd ma.

Şehîd “Husên Selîmîferd” li bajarê Nexedê jidayîk bibû; Piştî şoreşa gelan li Îranê, tevlî refên Pêşmergê Kurdistanê bû. Navbirî pêşmergeyekî netirs û emegdarê rêbaza şehîdan bû. “Husên Selîmîferd” li ser vê rêbazê canê xwe fîdayê baregeha azadiyê kir û tevlî refa Karwanê şehîdên Kurdistanê bû.

Şehîd Ehmed Husêndost” li sala 1315`an a Rojî li gundê “Girdwan” a girêdayê devera “Mirgewer” a bajarê Urmiyê jidayîk bibû; Piştî şorerşa gelan li Îranê tevlî refên şoreşgerên PDKÎ bibû. Navbirî pêşmergeyek bivêr û qehreman bû û heta pileya kadrê derce 4 pêşkevtibû. Di rêkefta 12`ê Befranbara sala 1361`an a Rojî de li şer û pevçûna digel hêzên dagîrkerên rejîma Îslamî de mixabin li cihek bi navê “Hacî Bekewlî” hate şehîdkirin û tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bû.

Termî pîrozê “Roqeye Husêndost” bi beşdariya xelkê deverê bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên “Roqeye Husêndost” û xwe hevparê xema wan dizane.